Li Batmanê Mîhrîcana Fîlmên Kurt ên Kurdan a Yilmaz Guney ya çarêmin hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de fîlma "Sakli" xelata jûrî ya taybet hilda. Fîlma "Sakli" bi projeya "Çîrokên Veşartî" ya Şaredariya Baglarê hat kişandin.
Di merasimê de lîstikvana 10 salî Beyza Karadaş a ku rola Berçemê lîstiye xelat ji destê derhêner Şîlan Sadî hilda.
Di çarçoveya projeyê de perwerdeya sînemeyê dan 25 keçên xama. Di dawiya projeyê de jinên beşdar 4 fîlmên kurt û klîbeke nasnameyê çêkirin. Nivîsandin û bijartina senaryo van fîlman bi destê jinan hat kirin.
Fîlma "Sakli" di Mîhrîcana Fîmên Kurt ên Kurdan a Londrayê ya 8êmin de jî dê were nîşandan.