Xwişka sînemager, hunermend û derhêner Yilmaz Guney Guzîde Putun Sayiliyê ji bo gora birê wê bînin Tirkiyeyê, ji nûnerên saziyên civakî yên sivîl alîkarî xwest.
Sayiliyê ji bo gora birê wê binînin Tirkiyeyê, li Sêwregê bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl re hat bal hev û li ser mijarê axivîn.
Sayili bibîrxist ku ji bo gorên Parlementerên AK Partiyê yên Urfayê Kasim Gulpinar û Zeynep Karahan Ûslûyê bînin Tirkiyeyê xebat tên kirin û got ku daxwaza wan ew e ku gora birê wê jî bînin Tirkiyeyê. Sayiliyê îfade kir ku li hêviya alîkariya gelê herêmê ye.
Sayiliyê got ku gotina herî dawîn a di mijarê de dê xanima Guney bibêje û wiha dewam kir: "Ji bo xebatên ku tên kirin ez sipasiyên xwe pêşkêş dikim. Encamên xebatê erênî ne. Di vê mijarê de gotina herî dawî dê jinbira min Fatoş Guney bibêje. Sêwregî dixwazin ku bîrdariya Guney li welatê wî yê ku lê ji dayîk bûye bê çêkirin. Gelê Sêwregê gelek bi rûmet û mêvanhez e."
Sayili got ku em li bendê ne ku gorên hemû hunermend û rewşenbîrên li welatên din in, bînin Tirkiyeyê û destnîşan kir ku di salên dawîn de li welêt bûyerên erênî pêk tên.
Gora Yilmaz Guneyê ku di sala 1984an de mir, li goristana Pere Lachaîsê ya Parîsa paytextê Fransayê ye.