ŞANLIURFA
Li Xelfetiya navçeya Rihayê ya ku li herêma Başûrê Rojhilatê di nav deştê de cih digre, sermayexistinên tûrîzmê her ku diçe zêdetir dibin. Xelfetî bi taybetiya xwe ya aram û bêdengiyê ve par ji aliyê Komîteya Koordînasyona Navneteweyî ya Cîttaslowê ve ji "Bajarên Aram" hat hilbijartin. Bi vê hilbijartinê ve îsal serdema tûrîzmê ya li Xelfetiyê li gor salên berê piçek zû dest pê kir.
Xelfetî bi malên xwe yên kevir ên dîrokî û bi xweşikiya siruştiya xwe ve balê dikşîne ser xwe û salê nêzî 2 hezar tûrîst tên navçeyê.
Piştî ku li herêmê Bendava Bîraçîkê hat çêkirin, ji sala 2000an pê ve gelek gund di bin avê de man û ji ber vê jî niha ji herêmê re bajarê binavbûyî tê gotin. Welatiyên ku wek turîst tên navçeyê bi kelekê ve li ser ava bendavê derdikevin seyranê û Rûmkaleya ku tê rîvayetkirin nusxayeke încîlê li wê derê hatiye nivîsandin jî, di nav de gelek cihên ji hev xweşiktir dibînin.
Ji bo qanaleke televizyonê rêzefîlmek li Xalfetiyê hat kişandin û piştî vê jî navçe ji berê zêdetir hat nasandin. Bi saya vê reklamê jî ji bo pêşveçûna tûrîzma navçeyê sermayexistin li gor salên berê zêdetir hat kirin. Berê bi tenê 20 heb kelek hebûn û bi saya sermayexistinê hejmara wan kelekan derket 40î.
Cîgirê Midûrê Çand û Tûrîzma Rihayê Aydin Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ew wisa bawer dikin ku li Xelfetiya ku ji aliyê Komîteya Kordînasyona Navneteweyî ya Cîttaslowê ve ji "Bajarên Aram" hat hilbijartin dê hejmara tûrîstan zêde bibe.
Ji esnafên navçeyê Fûrkan Kaynak diyar kir ku ev demeke dirêje ku bi kelekan derdikevin seyranê, lê piştî ku navçeya wan di nav "Bajarên Aram" de cih girt hejmara turîstên ku tên jî zêde bû û wiha dewam kir: "Hê serdema tûrîzmê dest pê nekiriye, lê ji niha ve tûrîst hene. Em wisa bawer dikin ku di rojên pêş me de dê hejmar zêde bibe û ji ber vê jî me jimara kelekan zêde kir."