Hikmet Faruk Başer
24 Adar 2023•Rojanekirin: 26 Adar 2023
Xirqeyê Şerîf ku ji ber wesîyeta Hz. Mihemed ji Weysel Qeranî ra maye û yek ji emanetên pîroz e, di meha Remezanê da li Fatîhê li Mizgefta Xirqeyê Şerîf ji bo ziyaretê hat vekirin.
Ji ber ku Xirqeyê Şerîf di îna ewil ya meha Remezanê da hat vekirin, li hewşa Mizgefta Xirqeyê Şerîf merasim hat lidarxistin. Di merasimê da Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya, rayedar, malbata parêzvan, Bariş Samîrê di bavê 59an da neviyê Weysel Qeranî, xwendî û welatî amade bûn.
Piştî ku Qur'ana Pîroz hat xwendin û Miftiyê Stenbolê Safî Arpaguş dia kir, Xirqeyê Şerîf ji bo ziyaretê hat vekirin.
Welatî ji bo Xirqeyê Şerîf bibînin li hewşa mizgeftê ketin dorê. Emanetên pîroz di nava hefteyê da ji 10.00a heya 18.00an û dawiya hefteyê jî di navbera 09.00 û 18.00an da wê vekirî be.
Xirqeyê Şerîf Şeva Qedrê piştî nimêja terawîhê wê heya saet 03.00yan bê ziyaretkirin û roja erefeyê piştî nimêja esrê piştî diakirinê wê ji ziyaretê rakin.
Bariş Samîrê di bavê 59an da neviyê Weysel Qeranî ye daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Xirqeyê Şerîf di roja duyemîn ya Remezanê da ji bo ziyaretê hatiye vekirin.
Bariş Samîr destnîşan kir ku îsal Xirqeyê Şerîf wê hê demeke dirêj ji bo ziyaretê vekirî be û wiha axivî, "Me Xirqeyê Şerîf şikir bi diayê vekir. Çiqas welatî bên serdanê em ê ewqas kêfxweş bibin. Ji ber şewbê 2 sal nehat ziyaretkirin û par jî 10 roj hat ziyaretkirin. Welatî eleqeyeke mezin nîşan didin."