Heyeta nûnerên medyayê yên Çînê Anadolu Agency ziyaret kirin û der heqê vîzyona AAyê ya 2020an de agahî hildan û der barê ajansên xebera yên navnetewî de muzakere kirin.
Heyeta mêvanê Koordînatoriya Serokwezîriyê ya Dîplomasiya Dewletê (KDK) ji bo "Bernameya Heyetên Rajnamevanan" hatibû Tirkiyeyê AA jî ziyaret kir.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk, pirsên endamên heyetê bersivand û qala gavên ku ji bo armancên AAyê yên 2020an hatine avêtin kir.
Alîkarê Edîtorê Xeberên Derve Yusuf Kaya der heqê vîzyona AAyê ya 2020an de agahî da û diyar kir ku AA niha bi 6 zimanan weşanê dike û armanc ew e ku heta 2020an bi 11 zimanan weşanê bikin û 2020an de di nav 5 ajansên herî mezin yên dinyayê de cih bigire.
Paşê jî rojnamevanên Çînî li beşên AAyê geriyan û agahî hildan.