AGRI
Mîhrîcan li Hêwana Konferansê ya Navenda Perwerdeyê ya Gel hat lidarxistin. Waliyê Agiriyê Mehmet Tekînarslan, Parlementerê Agiriyê yê AK Partiyê Kerîm Yildiz, Parlementerê BDPê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Serokê AKYADê Mehmet Îzcî, Lêkolîner û Nivîskar Ahmet Aras, Prof. Dr. Kadrî Yildirimê ku li ser çanda kurdî û dengbêjiyê lêkolîn kirine û ji welêt û derveyî welêt gelek kes beşdarî bernameyê bûn.
Walî Tekînarslan di axaftina xwe ya mîhrîcanê da diyar kir ku dengbêjê gel Evdalê Zeynikê tesîreke mezin li ser çanda Agirî û Tirkiyê kiriye û kêmasiyeke mezin e ku Evdal heya vê demê baş nehatiye naskirin. Tekînarslan got ku AKYADê ji bo danasîna nirxên bajêr gelek ked daye û em îro mînakekê vê yekê jî dibînin.
Tekînarslan diyar kir ku mihrîcana ku cara ewilîn tê lidarxistin, ji bo ku bibe destpêka çalakiyên çandî yên din gelek girîng e û got ku hêvî dikim ku bi vê wesîleyê em çanda xwe ne tenê li Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê jî bidin nasandin, bigihînin nifşên nû. Evdalê Zeynikê her çiqas baş neyê naskirin jî, li Agiriyê jê gelek tê hezkirin.
Ahmet Arasê ku bi salan e der barê Evdalê Zeynikê de lêkolînan dike jî wekî axaftvan beşdarî mihrîcanê bû û bal kişand ser girîngiya Evdal a ji bo gelê kurd. Aras got ku Evdal ji dengbêşên ewil yek e û kilamên wî heta îro jî bi deng û awazeke xweş tên gotin.
Serokê AKYADê Mehmet Îzcî jî diyar kir ku armanca lidarxistina mihrîcanê ew e ku hem çanda Agiriyê bidin nasandin hem jî bîranînên dengbêjê kurd yê navdar Evdalê Zeynikê ji nû ve vejînin û wî li dinyayê bidin nasandin.
Mihrîcan pişt re bi sempozyuma ku der barê dengbêjî û girîngiya Evdalê Zeynikê ya ji bo çanda kurdî û bi konseran dewam kir.