Nihat Kavşut
13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ADANA
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê bo biryara der heqê Brunson da wiha got: "Niha pêvajoya darazê temam bû û pêvajoyên din wê dewam bikin."
Çelik li Serokatiya AK Partiyê ya Edeneyê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê der heqê biryara ji bona Brunson hat dayîn da diyar kir li Tirkiyeyê dema bûyerên wiha çêdibin mixabin hin derdorên mixalefetê Komara Tirkiyeyê naparêzin û got ev derdor demildest di sefên derva da cî digirin.
Çelik destnîşan kir niha pêvajoya darazê temam bûye û pêvajoyên din wê dewam bikin û wiha got: "Bingeha sereke ya rexneyan çi ye? 'Midaxele heye û piştî midaxeleyê hatiye berdan.' Ev jî nîşan dide ku pêvajo baş nehatiye şopandin."
Omer Çelik diyar kir her çiqas pêkutî, gef û gotinên di hedê xwe da nînin hatin kirin jî di serî da Serokomarê me tu meqamên Komara Tirkiyeyê guh nedan tiştên bi vî rengî.
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê der barê bûyera Cemal Kaşikçi da diyar kir ev meseleyeke wehîm e û wiha got: "Îdiayên supekulatîf hene ku rojnamevanekî muhim hatiye kuştin. Qala hin kesan tê kirin û ev hemû îdia wê bi baldarî bên lêkolînkirin. Ev bûyer nayê efûkirin û veşartin."
Çelik der barê bûyera Cemal Kaşikçi da destnîşan kir heger hin kes tevlî vê bûyerê bûbûn wê helbet encamên wê yên giran hebin û wiha got: "Tê dîtin ku ev şexs dikeve derekê û dernakeve. Divê ev bê eşkerekirin. Bêyî ku guh bidin spekulasyonan ji bona bûyer eşkere bibe xebat bi baldarî dewam dikin."
Omer Çelikê Berdevkê AK Partiyê ji bona Îtifaqa Cumhur jî wiha got: "Mijara Îtifaqa Cumhur ku wê di hilbijartina herêmî da çawa bike û bi çi awayî bimeşe niha di pêvajoya xwe da dewam dike. Niha qut nebûye û tu pirsgirêk tuneye."