13 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2018
SÊRT
Li Sêrtê tabûrên komandoya cendirmeyan ên "Atalar" û "Tatarlar"ê nû hatin avakirin. Tabûr li navçeya Perwariyê ser Çiyayê Herekolê ku 2047 raqim bilind e, wezîfeyeke serkeftî dimeşînin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, tabûrên komandoya cendirmeyan ên "Atalar" û "Tatarlar"ê di bin banê Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr da hatin avakirin û piştî perwerdeyan dest bi wezîfeyê kirin û li ser Çiyayê Herekolê nahêlin terorîst serê xwe bilind bikin.
Herêm ji terorê hat safîkirin û Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê li herêmê li petrolê digere. Tabûrên ku li herêmê wezîfeyê dikin, bi piştgiriya gundparêzan şikeft û sitargehên ku teorîstan dixebitandin îmhe kirin û nahêlin terorîst çavê xwe vekin.
Tabûr şev û roj li ser çil û çiyan di şertên dijwar da wezîfeyê dikin û seba hizûr û ewlehiya bajêr bi biryardarî têkoşîna terorê didomînin.