Türkan Tosun
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Îdiaya rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi li konsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hatiye kuştin, li Amerîkayê bû sedema bertekan.
Li gor nûçeya Reutersê Cemal Kaşikçi li konsolxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî hat kuştin.
Edîtorê Washîngton Postê Fred Hîatt der barê kuştina Kaşikçi da wiha got: "Heke nûçeyên kuştina Cemal rast bin ev pir xirab e, çalakiyeke dûrî aqilan e."
Hîatt got Kaşikçi rojnamevanek çalak e û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin hê wisa ye. Bi eşqa welatê xwe, bi baweriya rûmeta însanan û azadiyê dinîvîse. Li welatê wî, Rojhilata Navîn û dinyayê rêz li hember wî dihat nîşandan. Me bişanaziyeke mezin nivîsên wî diweşand."
Ji hêla din Senatorê Demokrat ê Eyaleta Connectîcutê Chrîs Murphy jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek wiha weşand: "Heke îdiaya Siûd kesekî li Amerîkayê dijî bi dek û dolaban dikşînin konsolxaneya xwe û li wir dikûjin rast be, divê têkiliyên me yên bi Erebistana Siûdî ra bên qutkirin."
- Ji ewlehiyê daxuyaniya der barê Kaşikçi da
Li gor agahiya rayedarên ewlehiyê Cemal Kaşikçi (Jamal Ahmid H. Khashoggi) di 2yê Cotmehê saet 13.12an da ji bo karûbarên fermî yên zewacê çû Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî û ji wir derneket.
Hat tespîtkirin 15 welatiyên Erebistana Siûdî bi 2 balafiran va di heman saetê da hatine Stenbolê û çûne Serkonsolxaneyê. Ev kesên ku jê qismek rayedarên Siûdî ne paşê ji wir derketine û vegeriyane welatê xwe.
Rayedarên ewlehiyê bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsînê dimeşînin.
Dergistiya Kaşikçi piştî ku ew kete avahiyê Serkonsolxaneyê ji wî caw hilneda. Hêzên ewlehiyê ji wê saetê pê va hemû çûn û hatinên Serkonsolxaneya Erebistana Siûdî dinêrin û li ser lêkolînê dikin.