MOSKOVA
Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê Aleksandr Lukaşeviç îdiayên dibêjin ku Rûsya û Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de bazarî kirine, derewand.
Lukaşeviç civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Nûçegihana AAyê îdiayên der barê "Birêvebiriya Riyadê pêşniyaz kir ku heke Rûsya piştgiriyê nede Sûriyeyê em ê hilberîna neftê kêm bikin û bi vî awayê bihêlin ku bihayên neftê zêde bibe" pirsîn. Lukaşeviç li ser vê yekê got "Me di vê mijarê de tu carî bazarî nekir, em nakin. Neft neft e tu eleqeya wê bi mijarên siyasî re tune."