Muhammet Kurşun
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
MOSKOVA
Li paytextê Rûsyayê Moskovayê ji bo kirîna modêla iPhone Xê xelkê bajêr ji êvarî de berî 24 seetan di serma û seqema ku di bin sifirê de 5 pile ye ketin dorê û şeva xwe heta serê sibehê di dorê de derbas kirin.
Xelkê Moskovayê li sikak û kolanan betanî bi xwe ve girêdan û ji êvarî heta serê sibehê li benda destpêka firotina modêla nû ya iPhoneê Xê man.
Piştî ku bû sibeh li mexazeya Apple Storeê ya li ser cadeya Tverskayayê dest bi firotina iPhone Xê kir û welatî ji bo bibin kiriyarê yekemîn hewl û cehdeke zêde dan.
Mexazeya Apple Store seet 08.00an vebû û xelkê telefonên xwe kirîn. Demeke dirêj telefonên xwe kontrol kirin û kêfxweş bûn.
Ji êvarî heta sibehê li ber mexazeyê dîmenên balkêş derketin holê.