29 Îlon 2015•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2015
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Serokan di hevdîtinên giştî yên heyama 70emîn a Lijneya Giştî ya NYyê de di mijara Sûriyeyê de li hev nekirin. Serokan diyar kir ku divê ji bo pirsgirêkê çareserî bê dîtin lê di mijara Beşar Esed de li hev nekirin.
Di hevdîtinên Lijneya Giştî ya NYyê de hêviyên çareseriya dîplomatîk a qeyrana Sûriyeyê ya ku ji 4 salan zêdetir e heye û bû sedema mirina 250 hezar kesî, nehatin tetbîqkirin. Hêviyên ji bo dibe ku serok di NYyê de li hev bikin û ji bo çareseriyê rêyeke hevpar bibînin jî neçû serî.
Di roja ewil a hevdtinan de Serokê DYAyê Barack Obama derket ser dikê û da zanîn ku Esed "tîranekî wisa ye ku bi bombeyên warîlê êrîşê zarokên mesûm dike" û got ku "Em ji bo ku pirsgirêka li Sûriyeyê çareser bikin amade ne ku Rûsya û Îran jî di nav de bi her welatê re bixebitin. Ji rijandina ev qas xwînê divê em qebûl bikin ku piştî qetlîamê nikarin vegerin statukoya berî şer."
Serokê Dewleta Rûsyayê Wladîmîr Pûtîn jî di axaftina xwe ya di Lijneya Giştî de xwest ku piştgiriyê bidin Esed û wiha axivî: "Em piştgiriya leşkerî û teknîkî didin Iraq û Sûriyeya ku bi komên terorîst re şer dikin. Xeletiyeke mezin e ku bi hikûmet û artêşa Sûriyeyê re ya ku rû bi rû bi terorîzmê re şer dike re hevkariyê nekin. Di rastiyê de tenê artêşa Esed û milîsên kurd bi DAEŞ û rêxistinên terorîst ên din re şer dikin."
-"Di mijara Esed de nakokî heye"
Her du serokan jî êvarê li NYyê bi qasî saet û nîvê hevdîtinek rû bi rû kirin. Piştî vê civînê çavkaniyên Qesra Spî der barê rola Beşar Esedê Serokê Dewleta Sûriyeyê ya di mijara dawîlêanîna şerê navxweyî de di navbera her du aliyan de nakokî heye.
Rayedar qal kir ku rûs Esed li hember komên radîkal wekî sîperekî dibînin û got ku DYA jî Esed wekî kesê ku pevçûnên mezhebî yê li herêmê fît dike dibîne. Rayedar wiha axivî: "Rûsan girîngiya çareseriyeke siyasî ya li Sûriyeyê û destpêkirina pêvajoyeke li pêy vê çareseriya siyasî teqez fehm kirin. Dê encama vê pêvajoyê çi be, di vê mijarê de nêrînên me yên cuda hene, bi taybetî der barê Esed de."
-Ban Kî-mun KENY rexne kir
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Kî-mun jî di axaftina xwe ya vekirinê de got ku "Asêbûna dîplomatîk a 4 salî ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê û yên din rê da ku qeyrana Sûriyeyê ji kontrolê derkeve."
Ban qal kir ku dawîlêanîna pevçûnê berî her tiştê di bin berpirsyariya aliyên ku li Sûriyeyê şer dikin de ye û wiha axivî: "Ji bo çareseriyê têrî nake ku tenê aliyên li Sûriyeyê binêrin. Şer bi hêza herêmî û reqabetê re têkildar e. Pere û çekên ku tên welêt şer gur dikin."
Ban ji bo çareseriyê pênc welêt wek navnîşan nîşan da û got ku "Bi taybetî pênc welêt di mijara Sûriyeyê de wekî mifteyê ne. Ev jî Rûsya, DYA, Erebistana Siûdî, Îran û Tirkiye ne. Heta ku yek ji aliyan xwe nede ber lihevkirinê bêfeyde ye ku li bendê bin ku li sahayê guherînek çêbe."
Ban destnîşan kir ku sûcên şer ên li Sûriyeyê bêceza nemînin û wiha axivî: "Ji bo sûcên wehşetê divê destnedayînî çênebe. Teahûda me ya edaletê hewce dike ku em rewşa vir sewqî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) bikin."
Çîn û Rûsyayê par pêşnûmaya di vê mijarê de ya ku hat Konseya Ewlehiyê ya NYyê veto kiribûn.
-"Esed nikare bibe parçeyeke çareseriyê"
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande jî di axaftina xwe de diyar kir ji bo ku dawî li şerê Sûriyeyê bînin dê hewldaneke gerdûnî nîşan bide û berpirsyarî bigire ser milê xwe û da zanîn dema ku Beşşar Esed ji îqtidarê dûr bikin dibe ku dawî li pevçûna li Sûriyeyê bê.
Hollande got ku "Esed çavkaniya pirsgirêkê ye, nikare bibe parçeyeke çareseriyê... Divê Esed biçe."
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî qal kir ji bo ku terorîzmê têk bibin û demokrasiyê bînin Îran amadeyê arîkariyê ye û wiha axivî: "Çawa ku me li Iraq û Efxanistanê arîkariya rûniştina demokrasiyê kir, em amade ne arîkarî bikin ku li Sûriye û Yêmenê jî demokrasî bibe serdest."
-Davutoglu: "Ne Esed, ne jî DAEŞ"
Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî dê sibê di Lijneya Giştî de biaxive. Serokwezîr Davutoglu civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku dê Esed di pêvajoya derbasbûnê de nebe.
Davutoglu got ku "Di vê Sûriyeyê nû de nikare cihê Esed an jî DAEŞê çêbe. Ne Esed, ne jî DAEŞ ji aliyê Sûriyeya ku dê bê ve divê wiha be" û wiha axivî: "Niha piştî ku 4 sal derbas bû, 300 hezar mirov hatin qetlkirin, nêzî 6 milyonî mirov bûn wek penaber, 7-8 milyon sûriyeyî nav welêt ji cihê xwe hatin kirin, ne mimkûn e ku mirov li bendê bimîne tîranekî ku tenê ji sedî 14yê welêt kontrol dike, dîktatorek pêvajoya derbasbûnê bi serkeftî bi rê ve bibe."
Tê payîn ku hem di axaftina ku dê Davutoglu sibê li Lijneya Giştî bike hem jî di civîna wezîran a ku dê li Konseya Ewlehiyê ya NYyê de bê kirin li ser mijara Sûriyeyê bisekinin.
Tê payîn ku Rûsya der barê mijarê de pêşnûmayeke biryarê pêşkêşî KENYê bike. Pûtîn di axaftina xwe ya li NYyê de li ser vê mijarê sekinî bû û wiha axivîbû: "Em dê pêşnûmayeke biryarê ya ku dê pêk bîne ku hemû hêzên ku bi DAEŞê re têkoşînê didin bên kordînekirin, pêşkêşî KENYê bikin. Ev kordînasyon divê li ser bingeha Şertê NYyê be."