Ekip
28 Nîsan 2017•Rojanekirin: 28 Nîsan 2017
ANKARA (AA) - Rêveberiya Emrîkayê û PKK ji bo hevkariya li Sûriyê bihêztir bikin û rê li ber nerazîbûna Tirkiyê bibirin kadroyên rêxistina terorî di bin navê HSDyê de birêve dibin.
PKKyê rêxistinbûyina xwe ya ewil li Sûriyê bi PYD û baskê wê yê eskerî YPGyê kir.
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê hevkariya Emrîka û PKKyê her ku çû zêdetir bû:
PKK/PYDyê hin komên biçûk ên ku bi saya piştgiriya çek û lojîstîk bi xwe ve girêdabûn 12ê Çiriya Pêşîn a 2015an di bin navê HSDyê de kom kirin. Beşdariya çend komên ku jimara wan nedigihîşt hezarî jî bal nekişand.
Lê ji avabûna xwe ve piraniya vê rêxistina HSDyê ji milîtanên PKKyê pêk dihat. Yanî di rêveberiya vê rêxistina ku wek nû dihate xuyakirin jî di serdestiya PKKyê de bû.
Ji bo kamûflekirinê cilên ku sembola HSDyê li ser e li terorîstên PKK û PYDyê hatin belavkirin. Di dîmenên li ser medyaya civakî de alîgirên rêxistinê hemû sembol bi hev re nîşan dan.
Emrîkayê piştî HSDyê arîkariyên xwe ji bo PKKyê zêdetir kir.
Piştî operasyona esmanî li ser Qereçoxê fermandeyê Emrîkî çû ziyareta kampa PKKyê û di dîmenên li Reutersê belav bûn detayên balkêş derketin holê.
Şahin Ciloyê ku fermandeyê Emrîkayê li kampê gerand li gor agahiyên ewlehiya Tirkiyê ji sala 1990î ve di nav PKKyê de ye. Cilo endamê Organê Qerarê yê Daîmî di Rêveberiya Sûriyê de ye ku ev jî girêdayî KCKyê ye.
Berpirsên Tirkiyê ji bo AAyê diyar kirin ku agahiyên der barê van serekên PKKyê de çend caran bi welatên Rojava re hatine parvekirin lê belê bi taybetî jî Emrîka dawî li têkiliyên terorîstan nayîne.
Wek din terorîstên biçek ku li kêleka fermandeyê Emrîkayê cih digirtin li ser milê wan sembola YPGyê hebû.
- Tesbîta rojnameya Emrîkayê
Rojnameya Washington Postê 7ê Kanûna Paşîn a 2017am xeberek li ser Tel Ebyadê weşandibû û rûyê rastîn ê HSDê derxistibû holê. Di xeberê de hatibû diyarkirin ku HSD ji milîtanên PKKyê pêk tê û îdeolojiya Abdullah Ocalan li ser wan tê sepandin. Di xeberê de hatibû îfadekirin ku PKK di lîsteya terorî ya Emrîkayê de ye lê kesên HSDyê perwerde dikin dibêjin divê îdeolojiya Ocalan were hînkirin.