Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan ya Herêma Kurdistana Iraqê Cebar Yawer got ku heta YPG wek hewce bibînê Pêşmerge yê li Kabanêyê bisekinin.
Yawer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir piştî ku pêşmerge çûn Kobanêyê rewşa herêmê wek başiyê guherî. Yawer bi bîr xist ku berê ji sedî 75ê Kobanêyê di destê DÎŞIyê da bû, piştî ku pêşmege jî tevê şer bûn ev rêje dakete ji sedî 45î.
Yawer destnîşan kir ku îdiayên ku dibêjin "Pêşmerge yê bi tenê 3 mehan li Kobanêyê be" rast nînin û wiha axivî: "Ji bo li Kobanêyê mayîna hêzên Pêşmergeyan demeke eşkerekirî tune ye. YPG û şervanên din heta ku hewce bibînin pêşmerge dê li Kobanêyê bisekinin. Lewre dema ku pêşmerge hatin şandin ji bo demê peymanek nehat çêkirin. Di hevdîtinên bi Tirkiyeyê ra da jî li ser tiştekê wiha nehat axaftin, şertekê wisa tune."
Yawer diyar kir ku şertê Tirkyeyê ew bû ku bi tenê pêşmerge derbasî Kobanêyê bin û wiha pê da çû:
"Ev jî daxwazeke normal e. Lewre Tirkiye wek dewlet ji bo ku ewlekariya xwe pêk bîne tevdîrên xwe digrê. Dema ku ji ser dewletekê ra hêzên leşkerî bên şandin dewleta ku sînorê wê tê bikaranîn dixwaze ku ji hemû tiştan haydar be."
Yawer eşkere kir Tirkiyeyê ji wan xwestiye ku pêşmergeyan çi çek bi xwe ra birin Kobanêyê bila bi xwe ra paşda bibin.
Yawer destnîşan kir ku di derbasbûna pêşmergeyan da Tirkiyeyê gelek alîkarî da û wiha axivî:
"Tirkiyeyê destûr da ku Pêşmerge ji sînorê wan ra derbasî Kobanêyê be. Amûrên em ji pêşmergeyan ra dişînin jî dîsa bi destê Tirkiyeyê digihîjin Kobanêyê. Di mijarên dermankrina birîndaran da jî alîkariyê didin. Çek û madeyên teqemeniyê Wezareta Pêşmergeyan şand. Tirkiyeyê alîkariya çek û amûran neda. Çekên ku Herêma Kurdistanê şandin di destê pêşmergeyan da ne."