26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkan da zanîn ku di çarçoveya Herekata Mertala Feratê de di roja 156emîn de 206 hedefên rêxistina terorê DEAŞê hatin îmhekirin. Di operasyonê de 23 terorîst hatin kuştin.
Serokatiya Sererkaniyê da zanîn ku hereketa ku di 24ê tebaxa 2016an ji bo di serî de DEAŞ, tehdîdên rêxistinên terorê berteref bikin, ewlehiya hidûd zêde bikin û piştgiriyê bidin hêzên koalîsyonê, dan destpêkirin, dewam dike. Di roja 156emîn ya herekatê de xebatên berterefkirina terorîstên li herêmê dewam dike.
Di vê çarçoveyê de 206 hedefên rêxistina terorê DEAŞê ku ji stargeh, mewzî, tesîsên kontrolê, çek û wesayîtan pêk tên, hatin îmhekirin.
Fermandariya Hêzên Hewayî li ser hedefên DEAŞê yên li Bab, Bzagah, Tadîf û Kabr al Mûkrî operasyona hewayî li dar xist. Di operasyonê da 19 avahî, 57 milîmetre gule, atolyeyeke temîrkirinê, cihekî kontrolê, baregehek û cebilxaneyek hatin îmhekirin.
Her wiha 23 terorîst hatin kuştin û 3 wesaîtên bombebarkirî hatin îmhekirin.