26 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ANKARA
Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, diyar kir ku dê reforman di hemû sazî û dezgehan de bikin û meaşên memûran jî ji nû de di ber çavan re derbas bikin.
Li gor malpera resmî ya hikûmetê Qubad Talebanî bi Wezîrê Wekîl ê Maliyê Raber û Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî re seredana Deriyê Sînor ê Hecî Umeran kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ye û elektronîkkirina sîstema gumrikê da destpêkirin.
Talebanî li vir axaftinek kir û da diyarkirin ku hikûmetê bi elektronîkkirina sîstema deriyan ji bo reform û şeffafkirina dahata gumrikê pêngavên girîng avêtine û got: "Ev sîstem ji bo karê gumrikê muhîm e. Hem rûtînan kêm dike û hem jî lebata tîcarî zêdetir dike."
Cîgirê Serokwezîr destnîşan kir ku ev gavên wan dê ne tenê di warê gumrikê di hemû waran de be û wiha axivî: "Hikûmet mekanîzma bacê jî li ber çav derbas dike ji bo budçeyê."
- 700 hezar meaşxwiran navê xwe nivîsandiye
Talabanî agahî li ser wê yekê dan ku heta niha 700 hezar meaşxwiran navê xwe li sîstema biyometreyê de qeyd kiriye lê divê hemû memûr û malnişîn xwe qeyd bikin. Lewra dema ev pêvajoya qeyidkirinê xelas bibe yên li derve bimînin meaş nastînin.
Talebanî bal kişand ser biçûkkirina barê hikûmetê û got ku ew dewra bi îmzeyekê 25 hezar kes bêne tayînkirin derbas bûye.
- Sala 2017an dê baştir bibe
Cîgirê Serokê Hikûmetê diyar kir ku wê 2017an bibe sala sazbûnê û dê kar û xebatên xwe rêkupêk bikin dê bi emelên xwe biselmînin ku bi rastî xizmetkarê welatiyan in.
Talabanî got: "Wê di 2017an de guherîn çêbibin. Rewş jî dê baştir bibe. Par ne bi dilê me bû lê em mecbûr man ku meaşan hinekî kêm bikin. Kes ji me bi vê yekê razî nebûye. Rewşa darayî hinekî din baştir bibe dê ev hal jî biguhere. Niha em ji tecrubeyên xwe jî îstifade dikin û bi arîkariya hemû aliyan vê sîstemê di ber çavan re derbas dikin. Em bikin ku di berjewendiya meaşxwiran de biguhere. Lê vê bêjim pere kesekî winda nabe û ji dest naçe."