Fatih Gazioğlu
08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
CHICAGO
Biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya ku "Qudsê wekî paytextê Îsraîlê qebûl dike" li Chîcagoyê hat protestokirin.
Bi hezaran çalakvan li pêşiya Plazaya Federal kom bûn. Çalakvanan bi pankartên "Quds xeta me ya sor e", "Amerîka û Îsraîl destê xwe ji Qudsê bikişînin", "Divê rejima Trump/Pence têk biçe" û alayeke Filistînê meşiyan.
Çalakvanan di meşê de sloganên "Ji bo Filistînê azadî", "Quds ya Îsraîlê nîne, ya Filistînê ye" û "Tump bila serokatiyê berde" gotin.
Çalakvan heta deriyê Balyozxaneya Îsraîlê meşiyan û paşê jî bê bûyer belav bûn.