08 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
ANKARA
Konseya Şêwrê ya Jinan li Teşkîlata Hevkariya Îslamî, li ser biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump de ku Quds wek paytextê Îsraîlê nas kir wiha ragihand, "Ev biryareke bêmesûlane ye, wijdan û hiqûqa navneteweyî birîndar kirine."
Di daxuyaniya Konseyê ya nivîskî de wiha hat diyarkirin, "Em weke jinên cihana îslamê, wê îfadeya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya der barê nasîna Qudsê weke paytextê Îsraîlê şermezar dikin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Trump ew helwesta xwe ya nasîna Qudsê weke paytextê Îsraîlê û guhastina balyozxaneya Amerîkayê bo wî bajarî, tevî mixalefeta navneteweyî ragihand.
Herwiha hat tomarkirin ku ew biryara ku di warê dîrokî, siyasî, mirovahî û dîplomasiyê de ti bingeha wê nîne, ne tenê ji bo cîhana misilmanan belkî ji bo hemî mirovahiyê û ji bo Neteweyên Yekbûyî jî cihê bêrêziyê ye.
Şaxa jinan a rêxistinê bal kişand ser palpiştiya gelê Filistînê û wiha pê de çû:
"Bajarê Qudsê cih û warê pêxemberan ji bo hemî mirovahiyê sembola hevgirtinê û ezmûneke pêkve jiyanê ye. Pêdivê rêveberiya Amerîkayê demildest ji wê biryara xwe ya ku sedema tevliheviyê ye, vegere. Lazim e rêz ji nasnameya fireçandî ya Qudsê û statuya wê ya dîrokî re bê girtin.
Konseya Şêwrê ya Jinan, wekî ku di rêziknameya UNSCRê de hatiye destnîşankirin, rêzê ji konsensusê navneteweyî re digire. Ev rêzikname hewleke weke daxilkirina Qudsa Rojava bi îxlalkirina hiqûqa navneteweyî pêşniyaz nake.
Em bangawaziyê li Neteweyên Yekbûyî dikin ku vegere ser erka xwe û di çarçoveya sînorê 1967an de pirsa Filistînê bê çareserkirin. Ev tenê bi avakirina dewleteke Filistînê ku paytextê wî Qudsa Rojhilat be mumkun e."