Türkan Tosun
26 Tebax 2020•Rojanekirin: 27 Tebax 2020
Li Perwana wilayeta Efxanistanê ya nêzîkî paytext Kabulê ye ji ber barana gur lehî çêbû û 70 kes mirin.
Berdevka Walîtiya Perwanê Wahîde Şehkarê ji çapemeniyê ra daxuyand li wîlayeta Perwanê duh sibê zêde baran barî û lehî çêbû.
Şehkarê daxuyand ji ber lehiyê 70 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn.
Şehkarê anî ziman gelek mal di bin avê da man, xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî dewam dikin.