Li wilayeta Heratê ya ku dikeve rojavayê Efxanistanê 150 xwendekar bi ava ku li dibistanê vexwarin, bi jehrî ketin.
Midûrê Ewlehiyê yê Heratê Ebdûlmecîd Rozî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 150 xwendekarên keç û kur ên ku li Lîseya Fetîhê ya li navenda Heratê perwerdeyê dibînin, ji ava ku vexwarin bi jehr ketin.
Rozî qal kir ku xwendekar rakirin li nexweşxaneyên hawirdor û got "bûyera jehrîketinê bûyereke asayî nîne, tişteke ku bi zanebûn hatiye kirin e." Rozî da zanîn ji bo rastiya bûyerê derxînin holê lêkolîn hat kirin û di encama lêkolînê de kesek hat binçavkirin.
Der barê bûyere jehrîketinê de ji Talîbana ku li dijî derdikeve ku keç biçin dibistanê an jî ji komên din ên radîkal dikevin şikê û îxtimala dibe ku madeyeke bijehr avêtin nav avê tê nirxandin.
Li paytext Kabulê di sala 2013an de bi gaza bijehr êrîşî dibistaneke keçan kiribûn û di bûyerê de ji 200î zêdetir xwendekarên keç jehrî ketibûn. Talîban berê niha li tevahiya welêt madeyên bijehr tevî tankên avê yên hin dibistanên keçan kiribû û bibû sedem ku gelek xwendekarên keç jehrî bikevin.