Fatih Gazioğlu
27 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
KERKÛK
Li Kerkûkê di êrişa DEAŞa rêxistina terorî da êrişeke bibombe hat kirin. Di encama êrişê de 2 esker mirin û 2 jî birîndar bûn.
Fermandarê Operasyonên Kerkûkê General Elî Fazil Umran daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Endamên DEAŞê li nêzî gundê Xeydayê li ser rê bombe bi cih kiribûn, gava ku esker derbas bûn bombe teqîya. Di encama teqînê de yek ji wan efser 2 esker mirin. Piştî teqînê jî di navbera leşker û endamên DEAŞê de pevçûn derket. Di vê pevçûnê de jî 2 esker birîndar bûn. Piştî pevçûnê endamên DEAŞê revîn."
Umran got ku ji bo girtina milîtanan operasyon dan dest pê kirin.
Li Kerkûkê piştî 16 cotmehê pêşmerge vekîşiyabûn û kontrola bajêr bi tamamî derbasî artêşa Iraqê bûbû.