12 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2019
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun bertek nîşanî Senator Lindsey Grahamê Komarparêz yê ku der barê Herekata Kaniya Aştiyê da dibêje "Erîş dijî Kurdên Sûriyeyî tê kirin" da.
Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê ji bo îdiaya Senator Lindsey Grahamê ji koma Komarparêzan e û îdia dike ku armanca Herekata Kaniya Aştiyê ya li bakurê Tirkiyeyê tê kirin "êrîşa dijî Kurdên Sûriyeyê ye" da peyamek weşand.
Altun wiha got: "Hûn rayedarên Amerîkayî jî têkiliya PKK û YPGyê baş dizanin."
Altun got ku Donald Trump jî polîtîkaya Barack Obamayê Serokê Amerîkayê yê berê ya der barê YPG/PKKyê da rexne dike û wiha axivî: "Senator Graham ev gotina we ya ku hûn dibêjin ev hereket 'dijî Kurdên Sûriyeyî tê kirin' gelo ne durûtî ye?"
Fahrettîn Altun ji bilî peyamê li ser hesabê xwe dîmenekî der barê têkiliya PKK û YPGyê da jî parve kir.