Önder Beyter
22 Nîsan 2018•Rojanekirin: 22 Nîsan 2018
RIYAD
Li ser medyaya civakî hinek dîmen hatin parvekirin ku nêzîkî Qesra Qraliyetê dengê çekan hatiye lê rastîbûna wan nehatiye pesendkirin.
Di daxuyaniya Berdevkiya Polêsên Riyadê da hat ragihandin ku hat tesbîtkirin, li taxa El-Huzamî ya Riyadê droneyeke piçûk bêdestûr firiyaye û li ser vê, midaxele li droneyê hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pispor wê lêkolînê li ser bûyerê bikin.
Di vê navberê da li gorî hinnûçeyên ku çavkaniya wan, hin rayedarên Erebistana Siûdî ne, dema drone bi destê hêzên ewlekariyê hat xistin, Qral Selman bîn Ebdulezîz li qesra xwe ya li Riyadê nebû.
Kesayetê mixalif Xenîm ed-Dûsarî ku li dervayî wî welatî dimîne, ji ser hesabê xwe yê Twitterê ra dîmenên agirkirina çekan ên li nêzîkî Qesra Qraliyetê ya li Riyada paytextê Erebîstana Siûdî parve kirin û wiha got, "Ji hundirê qesreke Qraliyetê ên li Riyadê gule tên agirkirin."
Nivîskarê ji Erebistana Siûdî Adwan el-Ehmerî jî di daxuyaniya xwe ya ser Twitterê da diyar kiribû ku dîmenên navborî ne rast in û wiha gotibû, "Midaxaleyî droneke ku nêzîkî Qesra Qraliyetê bû, kirin, lêbelê ew xeberên ku destnîşan dikin, li taxa El-Huzamî gule hatin agirkirin, ne rast in."