Adem Balta
31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 01 Sibat 2016
CENEVRE
Dr. Evdilhekîm Beşarê endamê kurd di komîteya Bilind ya Muzakerayan (KBM) da ku ji mixalifên Sûriyeyî pêk tê got, "Di navbera me û PYDyê da ferqeke mezin heye. Em xebatê ji bo kurdan dikin. Lê PYD xizmeta rejîmê dike û ji bo wan dixebitin. Heger alîgirê kurdan bin, wê hîç pirsgirêkek di navbera me da çênebe, lê ew hevkarê rejimê ne."
Beşar di çarçoveya muzakereyên aştiyê yên li Cenevreyê ku bi rêbertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi mebesta çareserkirina qeyrana Sûriyeyê birêve diçin, biryar e digel Nûnerê Taybetê NYyê yê li Sûriyeyê Staffan de Mistura bicive.
Beşar berî civînê bersiva nûçegihanê AAyê da û got, "Em ne ji bo muzakereyan hatine. Em ji bo ku em bibînin ka rejim çiqasî ciddî ye û çiqas rast diaxive, hatine. Heger helwesta rejima Sûriyeyê ciddî be, emê dest bi muzakereyan bikin."
Beşar got, "Pêwîst e mirovên di zîndanan da bêne berdan. Divê pêşiya alîkariyên mirovî bêne vekirin. Heger Sûriyeya diktator dev ji vê zulma xwe berde, emê wê demê bawer bikin ku bi rastî çareseriyeke siyasî dixwaze."
- "PYD xizmeta rejima dike"
Beşar rexne li polîtîkayên PYD girt û got, "Di serî da nirxên demokratîk, em behsa mijarên din nekin. Bila pêşî werin xizmeta kurdan bikin. Dûvra em dikarin bi PYDyê ra rûnin û biaxivin. Berê nuha çedîn caran em bi PYDyê ra axivîn lê me tu encam wernegirt. Wana êrîşî alaya Kurdistanê ya ku Qazî Mihemed ragihandibû jî kirin. Tiştekî qebûl nakin. Ne xizmeta gel dikin ne jî di berjewendiya gel da dixebitin. Di navbera me û PYDyê da ferqeke mezin heye. Em xebatê ji bo kurdan dikin. Lê PYD xizmeta rejimê dike û ji bo wan dixebitin. Heger alîgirê kurdan bin, wê hîç pirsgirêkek di navbera me da çênebe, lê ew hevkarê rejimê ne."