Serokê Meclisa Tirkmenan a Sûriyeyê Ebdûrrehman Mistefa got ku alaya Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) li navçeya Tel Abyada girêdayî bajarê Reqqayê daliqandiye û ev yek lîstikeke PYDê ya ji bo ku xwe li ber çavê dinyayê şirîn nîşan bide ye.
Mistefa daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku PYDya ku kontrola Tel Abyadê di destê wê de ye di rojên borî de li navçeyê alayeke mezin a AASê daliqand û ev yek ji bo ku di raya giştî de nêrînek çêbibe, hewldanek e.
Mistefa qal kir ku PYDya ku li herêmê polîtîkaya tehcîrê dike taktîkên nû derdixîne û wiha axivî:
"AASê koma ku dibêjinê "Siwarî Reqqa" ya li herêma Tel Abyadê hat dûrxistin û jimara wan gelekî kêm e. "PYD li Tel Abyadê bi daliqandina alaya AASê ve hewl dide ku derî bê vekirin û li ser polîtîkaya xwe ya tehcîrê ya ku ji bo tirkmen û ereban tetbîq dike, bigire. Ev hemû lîstik in, bi temamî operasyona nêrînê ye. PYD hewl dide ku xwe şirîn nîşanê dinyayê bide. Armanca wan ne ew e ku Tel Abyadê berdin destê AASê, armanca wan ew e ku Deriyê Gumrikê ya Akçakaleyê ya ku girtî ye bidin vekirin. Berê niha jî alaya AASê li Tel Abyadê daliqandin lê piştî nîv saetê rakirin û alaya PYDyê şûna wê de daliqandin. Em bi tu awayî baweriyê bi PYD û Salih Muslim naynin. Em wisa difikirin ku ev ala taktîkek e."
-Sekte li hedefên wan ket
Mistefa parast ku PYD di çarçoveya teşebûsa vekirina korîdorê de li bakurê Sûriyeyê polîtîkayake gelekî tund tetbîq dike lê belê di mijara herêma ewledar de lihevkirina DYA û Tirkiyeyê sekteyê li hedefên wan xist.
Mistefa da zanîn ku projeya herêma ewledar a ku Tirkiyeyê derxist holê bû wesîle ku PYD polîtîkayake nermtir tetbîq bike û wiha axivî: "PYD bi manewrayeke nişkave hewl dide ku xwe wekî "parçeyeke ji AASê nîşan bide". Em van polîtîqayan cidî nabînin."
Mistefa qal kir ku PYD bi polîtîkaya xwe ya tehcîrê ya ser tirkmen û ereban bi hezaran sûriyeyiyê ji malên wan kirin.