HEWLÊR
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Osman Rîşeyî diyar kir ku komek pêşmerge ku ji 10 kesan pêk tê derbasî Kobanêyê bû û cih tespît dikin.
Rîşeyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Komek pêşmerge ku ji 10 kesan pêk tê bi qasî saetek berê ji Sirûcê derbasî aliyê Kobanêyê bûn. Ev kesên ku derbasî Kobanêyê bûn cihê ku pêşmerge lê wezîfeyê bikin dê tespît bikin. Piştî ku xebatên tespîtkirinê li wê derê bi dawî bûn 150 pêşmerge dê kom bi kom derbasî aliyê Sûriyeyê bibin."
Rîşeyî destnîşan kir ku piştî hemû pêşmerge derbasî aliyê Kobanêyê bûn ew ê biçin eniyên ku şer lê didome.