HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî wiha got: "Heger bi destûr û alîkariya Tirkiyeyê û piştgiriya DYAyê nebûya, hêzên Pêşmergeyan nikaribûn herin Kobanêyê."
Barzanî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku ji bo Kobanê nekeve destê DÎŞIyê bi dewletên dost re axivîn û di berdewamiyê de wiha xeberda: "Heger bi destûr û alîkariya Tirkiyeyê û piştgiriya DYAyê nebûya, hêzên Pêşmergeyan nikaribûn herin Kobanêyê. Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry li ser têlefonê ji min re got ku 'Ji bo pêşmerge ji ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanêyê bibin axaftin û hewldanên me dewam dikin û em nêzî lihevkirinê ne.' Ji bo çûna pêşmergeyan di navbera DYA, Tirkiye û Herêma Kurdistanê mizakereyên dualî û sêalî hatin kirin. Di encama mizakereyan de Tirkiyeyê ji bo derbasbûna pêşmergeyan bi awayekî fermî piştgirî da. DYAyê piştgiriya xwe diyar kir."
Barzanî destnîşan kir ku piştî alîkariya ji derve Parlementoya Kurdistanê biryara çûna pêşmergeyan da û wiha got: "Ji bo ku zehf pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin, em bi rayedarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re axivîn. Ji me re gotin 'Pêwîstî bi pêşmergeyên şer bikin tuneye, pêwîstî bi hêzên alîkariyê heye.' Li ser daxwaza PYDyê me ev biryar hilda."
Barzanî got ku tenê "hêzên piştgiriyê û çek" şandin Kobanêyê û wiha dewam kir: "Heger li eniyê şert û merc biguherin û ji bo têkbirina terorîstan daxwaz were kirin, em ê ji bo parastina birayên xwe yên li Kobanêyê qet texsîr nekin û pêşmergeyan bişînin."