QAHÎRE
Danezana encamê ya "Civîna Têkoşîna li Dijî Terorê" ya ku li Cîddeya bajarê Erebistana Siûdî hat kirin hat weşandin. Civîn ji bo têkbirin û têkoşîna li dijî rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hat kirin.
Civîn bi taybetî ji bo piştgiriyên navneteweyî yên li dijî DÎŞIyê bên hildan, hat kirin
Welatên ku endamên Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) ne, DYA, Iraq, Libnan, Misir, Urdun û Tirkiye di asta wezîrê karên derve de tevlî civînê bûn.
Piştî ku civîn bi dawî bû danezana encamê hat belavkirin û 6 jê welatên KHKê, Urdun, Iraq, Libnan, Misir diyar kirin ku piştgiriyê didin stratejiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li dijî rêxistina DÎŞIyê.