Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Parîsa paytexta Fransayê beşdarî meşa bi navê "Meşa Komarê" bû û pişt re civîneke çapemeniyê li dar xist.
Davutoglu got ku li Parîsê merasimeke bimene û ji hêla sembolîk ve gelek biqîmet hat li dar xistin û wiha axivî:
"Çawa ku me li hember êrîşên Xezzeyê dengê xwe bilind kir, me di êrîşên li Madrîd, Londra û Norveçê de jî dengê xwe wisa bilind kir. Li gor me reng, nijad û mezhebê terorê tune. Ji ber vê hatina li vir ji bo ku peyama gerdunî bê fêmkirin girîng bû. Lewra beriya vê ev der zêdetir cihê serokên ewrupayî bû. Ji alema îslamê sê û çar serok, ji efrîqa û ereban hinek û yek jî em hebûn. Ev peyam ji bo hemû cihanê ye."
Serokwezîr Davutoglu got ku hatina wan a Parîsê ji hêla misilman û tirkên Ewrupayê ve jî girîng e û wiha dewam kir:
"Me xwest ku em li hember kesên ku êrîşên terorê ji xwe re bikin hincet û êrîşê misilmanan bikin re vê peyamê bidin Ewrupayê: Ewrupa ev bi sedsalan e parzemîneke xwedî gelek çandan û dînan e. Ji Endulusê heta osmaniyan jî, di parzemîna Ewrupayê de îslam bingeheke sereke ye. Yên ku dixwazin li ser pevçûna İslam û Xirîstyaniyê rageşiyekî çêbikin îxanetê çanda Ewrupayê dikin."
Davutoglu destnîşan kir ku ji bo ku piştevaniyek çêbe ew li Parîsê ne û wiha pê de çû: "Divê Ewrupa jî êrîşên îslamofobîk û êrîşên li ser mizgeftan bi heman tevgera hesas ve şermezar bikin. Em benda vê ne û ev jî heqê me ye."
- "Tevgera Tirkiyeyê"
Davutoglu got ku tevgera Tirkiyeyê ya li hember terorê li gor wan wek rêbazekî ye û ew ê tim jî wisa dewam bike.
Serokwezîr Davutoglu got ku ew ê li hember terorê her tim dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: "Di cihanê de li ku derê dibe bila bibe, bila terora dewletê ya li ser gelê xwe dike, an zilm û zexta li ser Filîstinê tê kirin be, an ya li Sûriyeyê û welatên din, çi dibe bila bibe em ê dengê xwe bilind bikin."
Davutoglu got ku beriya meşê ew bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îngîltereyê Davîd Cameron, Serokê Komîsyona YEyê Jean Claude Juncker, Serokê Konseya Ewrupayê Donald Tusk, Serokwezîrê Yewnanîstanê Antonîs Samaras, Qralê Urdûnê Evdilah ve hatine bal hev û li ser mijarên Ewrupayê û rojevê de axîvîne.
- "Filîstînê wek dewlet qebûlkirin kêfxweşiyeke din e"
Davutoglu piştî axaftina xwe pirsên rojnamevanan jî bersivand. Li ser pirsa rojnamevanekî ya "li Ewrupayê li hember terorê hesasiyetek çêbû, piştî vê wê bandoreke çawa çê bibe?" Davutoglu wiha axivî:
"Axaftina Birêz Hollande ya ku li piştî êrîşa terorê pir girîng bû. Axaftina wî ya ku got teror û îslam divê bi hev re neyên girêdan ji bo wan kesên ku dixwazin çalakiyên îslamofobîk yên li hember misilmanan li dar bixin bersîveke pir baş bû. Dîsa wek Fransayê gelek welatên din jî di rojên dawîn de Filîstînê wek dewlet qebûl dikin. Ev jî kêfxweşiyeke din e."
Davutoglu got ku ew ê sibê û hefteya bê bi serokwezîr û berpirsyarên Ewrupayî ve dîsa li ser vê mijarê biaxivin û axaftina xwe wiha qedand: "Ya ku dikeve li ser milê me hemûyan ev e ku nasnameya Ewrupayê ya xwedî gelek çand parastin e. Di cihanê de li hember hemû neheqî û zordariyê bibiryar bertek nîşandan e."