NÎNOVA
Hat îdiakirin ku li Mûsila Iraqê di operasyonên pêşmergeyan de nêzî 100 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên pêşmergeyan, li nehiyeya Waneyê ya ku 35 kîlomêtro li bakurê Mûsilê ye, pêşmergeyan li dijî milîtanên DÎŞIyê operasyon kirin û di operasyonan de nêzî 100 milîtanên DÎŞIyê hatin kuştin.
Hatibû ragihandin ku hêzên pêşmergeyan nêzî du hefteyan nehiyeya Waneyê dorpêç kirin û nehiyeyê bi dest xistin.
Wek mayîn hat destnîşankirin ku balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî bombeyan davêjin kozikên DÎŞIyê yên di navbera beldeya Badûşê û nehiyeya Waneyê de ne.