MOSKOVA
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Francois Hollande ji bo ku li ser qeyrana Ukraynayê bisekinin piştî têkiliyên xwe yên duh ên li Kîevê, hatin Moskovayê. Her du serokan bi Serokê Dewleta Rûsyaya Vladimir Putin re dest bi hevdîtinan kir.
Zîrveya ku serokên Rûsya, Almanya û Fransayê ji bo ku li Ukraynayê ji pevçûnên di navbera artêş û cudahîxwazan de reya çareseriyê bibînin, li Qesra Kremlînê tê kirin.
Berdevkê Çapemeniyê ya Kremlînê Dmîtriy Peskov got ku lijne beşdarî hevdîtinan nebûn û hevdîtin rû bi rû hatin kirin.
Merkel û Hollande ji bo çareseriya qeyrana li rojhilatê Ukraynayê ji bo ku lihevkirina Mînskê bê tetbîqkirin pêşniyaz Hek amadekirin. Tê payîn ku Merkel û Hollande vê pêşniyazê bi Pûtîn re parve bikin.
Merkel û Hollandayê duh bi awayekî surprîz Kîevê ziyaret kiribûn û bi Serokê Dewletê Petro Poroşenko re hevdîtin kiribûn.
Cudaxwazên piştgirên rûsan ên li rojhilat ji ber dixwazin ku bidestketiyên ku di hefteyên dawîn de di pevçûnên bi artêşa Ukraynayê re de bi dest xistin, biparêzin xeta agirbestê ya ku di lihevkirina Mînskê de hatibû diyarkirin, qebûl nakin.
NATO û DYA eşkere kiribûn ku artêşa rûsan piştgiriyê didin cudaxwazên li Ukraynayê.