ÎSTANBÛL
Serokê TBMMê Çîçek got: "Mixabin civata îro ya îslamê hay ji wate û peyama meha miheremê tuneye. Xwîn rijtin dewam dike û dilê me tim disoje. Kuştinên li ser navê îslamê tên kirin li hemû civata îslamê bandoreke neyînî dike. Her wiha bi van kuştinan zirareke mezin jî didin îslamê."
Çîçek beşdarî "Merasima Navneteweyî ya Aşûreya Şînê" ya bi munasebeta 1374emîn salvegera şehid ketina Hezretî Huseyin a li Kuçukçekmece Arena Megayê hat kirin bû û wiha axivî: "Meha miheremê meha rehmetê ye. Pêxemberê me di vê mehê de ji Mekkeyê hîcretê Medîneyê kiriye. Ji bilî vê gelek bûyerên din jî di vê mehê de pêk hatin. Mînak tobeya Hezretî Adem di vê mehê de qebûl bûye, keştiya Hezretî Nûh di vê mehê de ji tofanê xelas bûye, Hezretî Mûsa di vê mehê de tevî qewma xwe di Behra Sor re derbas bûye û Hezretî Îsa di vê mehê de hilkişiyaye qatên bilind. Meha miheremê meha bereket û aştiyê ye, meha şînê ye jî. Di vê mehê de xwîn rijtin û şer qedexeye."
Meha Miheremê meha firsendan e
Çîçek got ku meha Miheremê, ji bo lihevhatina kesên ku dilê wan ji hev şikestiye û ji bo efûkirinê firsendek e. Çîçek diyar kir ku şûrê ku li Hezretî Huseyîn hat xistin di heman demê de li îslamê û pexemberê me jî hat xistin û wiha pê de çû: "Şûrên ku li wî hatin xistin di heman demê de li Hezretî Elî hatin xistin. Hezretî Elî yekemîn zarokê ku mislimanî qebûl kiriye ye. Di hîcretê de, di nav nivînên Hezretî Mihemed de razaye ku şûna pêxember ew bê kuştin. Xarzî û zavayê pêxemberê me ye. Ev kesê ku Xwedê mizgîniya cinetê dayê ye."