ERBİL
Hat ragihandin ku NATOyê cara ewil e ku Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqa Federal vexwend konferanseke navneteweyî.
Berdevkê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yaver dê di konferansê de nûnertiya hêza leşkerî ya herêma kurdan bike. Konferans dê li Bruksela paytexta Belçîkayê îro dest pê bike û dê 2 rojan dewam bike.
Li gor daxuyaniya fermî ya malpera Wezareta Pêşmergeyan dê ji gelek welatan fermandar beşdarî konfaransê bibin. Hat diyarkirin ku di konferansê de li ser van mijaran tê sekinandin; Rola NATOYê ya li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, tekoşîna li dijî terorê û pêwendiyên NATOyê û Iraqa Federal. Hat destnîşankirin ku di konferansê de di rûniştina der barê Iraqê de dê bûyerên tundiyê yên ku di dema dawîn de li welêt pêk hatin û çarseriya wan dê bê axaftin.