YAUNDE
Hat diyarkirin ku di operasyona Artêşa Kamerûnê de 143 milîtanên rêxistina Boko Haramê hatin kuştin.
Wezirê Kamerûnê yê Ragihandinê Îssa Tchîroma daxuyand ku duh li sînorê Nîjeryayê rêxistina Boko Haramê bi sedan milîtanan ve êrîşî kampa Kolofataya leşkerî kir.
Tchîroma diyar kir ku pevçûnê 5 saetan dewam kir û di encamê de 143 milîtan hatin kuştin. Di pevçûnê de gelek çek jî hatin bidestxistin.
Tchîroma dîsa got ku di pevçûnê de leşkerekî wan jî mir û 4 leşker jî birîndar bûn.