HEWLÊR
Piştî ku 400 jin û keç ji destê DÎŞIyê xilas bûn û hin ji van jin û keçan bihemle derketin, li Iraqê "nîqaşa li ser kurdaşiyê" hat rojevê. Siyasetmedarên kurt, tirkmen û êzdî kurdaşiyê dixwazin, hin alim jî dibêjin tiştê ku milîtanên DÎŞIyê kirine guneh e, lê kurdaşiya piştî 120 rojan were kirin jî "qetl" e.
Li gor agahiyên herêmî piştî ku milîtanên DÎŞIyê di meha hezîranê da Mûsil û dorberê Mûsilê bi dest xistin, nêzî 3 hezar jinên êzdî revandin. Di nan wan da jinên tirkmen jî hene. Ji jinên ku dîl hatin girtin, nêzî 400 jinî xwe ji destê DÎŞIyê xilas kir. Lê piraniya jinan ji milîtanên DÎŞIyê hemle man. Hin jin îtiraf dikin û dixwazin kurdaşî bibin, lê hin jin jî ji ber bertekên civakê vedişêrin. Her çiqas jin rewşa xwe veşêrin jî civak li çareseriyê digere.
- Mijar anîn Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê
Ev mijar bi mehan veşartî ma, lê ji ber ku hejmara jinên bihemle zêde ye, êdî di civakê da bi eşkere mijar tê nîqaşkirin. Li gor zagon û şerîetê li Iraqê kurdaşî qedexe ye. Ji ber vê jî hin parlementeran ji bo vê rewşê pêşnûma amade kirin û şandin Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê. Heger pêşnûma di parlementoyê da were qebûlkirin ku jinê bên kurdaşîkirin.
- "Kurdaşî ne sûc e"
Sekretera Komisyona Mafên Jinan a Parlementoya Kurdistanê û Parlementer Heyat Mecîd Qadirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku pêşnûmaya zagonê ya der heqê jinên ku hatine tecawizkirin da dane Serokatiya Parlemnetoyê û wiha got: "Kurdaşîkirina van zarokan ne sûc e. Kurdaşîkirina jin û keçên ku ketin destê DÎŞIyê hemle man, ne sûc e. Heger zarok bên dinyayê ev ji hêla civakê va pirsgirêk e. Lewra bavê zarokan ne diyar in."
- "Divê em di mesleyê da wêrek bin"
Seroka Encumeniya Jinan a Bilind a girêdayî Hikûmeta Kurdistanê Pexşan Zengeneyê destnîşan kir ku mijara kurdaşiyê hesas e û wiha got: "Rewşa jinên me yên ku hatine tecawizkirin zehmet e. Niha yên ku hemla wan 5-6 meh e, hene. Hin jin jî wexta zarokên wan çêbin, aliyên wê yên şexsî, malbatî û civakî yên meseleyê hene. DÎŞIyê xûna xwe ya qirêj bi rêya tecawizê berda canê jin û keçên me. Divê em di mesleyê da wêrek bin."
Zengeneyê diyar kir ku jin û malbatên wan rojên dijwar derbas dikin û wiha got: "Malbat nizanin çi bikin. Hin malbat naxwazin zarok çêbin. Hin malbat ji xilasbûna keçên xwe jî aciz in. Yanê mesele giran û cidî ye."
- "Dînê êzdiyan zarokên ne meşrû qebûl nake"
Berbirsiyarê Meseya Êzdiyan a Wezareta Karên Dîn a Kurdistanê Xeyrî Şengalî destnîşan kir ku ne mimkûn e ku zarokên ne meşrû bên qebûlkirin û wiha dewam kir: "Em xwediyê nirxên cavaka kurdan in. Em di meseleya namûsê da hesas in. Tiştê ku DÎŞIyê anî serê jinên êzdî yên dinê qetlîam e. Mebest jî qirêjkirina dînê êzdiyan e. Dînê êzdiyan zarokên ne meşrû qebûl nake. Ji ber vê malbat li dijî anîna zarokan in. Alimên êzdiyên bang kirin ku xwedî li jinên rastî tecawizê hatine derkevin. Lê kes nikare bi tena serê xwe hereket bike. Divê mijar bi berfirehî were nîqaşkirin."
- "Ji bo rewşên awarte divê kurdaşî meşrû be"
Piraniya jinên ku rastî tecawizê hatine êzdî ne, lê tê gotin ku jinên tirkmen ên ku ji Telaferê hatine dîlgirtin jî hatine tecawizkirin. Parlementerê Eniya Tirkmenan a Iraqê Aydîn Merûf jî rewşê "awarte" dibîne û dixwaza "kurdaşî were meşrûkirin."
Merûf destnîşan kir ku 62 jinên êzdî û tirkmen ku ketine destê DÎŞIyê rastî tecawizê hatine û wiha got: "Divê ev were safîkirin. Divê Parlementoya Kurdistanê rewşa jin û keçan bifikire û biryarê bide. Divê pêşnûma di parlementoyê da were qebûlkirin".
- "Kurdaşiya piştî 120 rojan kuştin e"
Serokê Yekîtiya Alimên Îslamê ya Kurdistanê Evdila Şêx Seîd jî destnîşan kir ku divê li gor şerîetê mesele were safîkirin û wiha got: "Di vê meseleyê da zarok xeyrî meşrû ne û ev rastiyek e. Lê kuştina wan nayê qebûlkirin. Dîn vê qebûl nake. Tişta ku DÎŞIyê kiriye guneh e. Şerîet heta 120 roja rê dide, lê heger rih bikeve bedenê rê nade ku zarokên ku di ser da 120 rojan zêdetir derbas bûbe, werin kurdaşîkirin. Ev wek kuştin tê qebûlkirin"
- Mexdûran qala rewşa xwe kir
S.H.ya 15 salî destnîşan kir ku yên ku tecawiz kirin ji Iraqê bûn û wiha got: "Terorîstân ji gundê me yê li başûrê çiyayê Şengalê em revandin. Pêşî em birin Hasekaya Sûriyeyê. Piştî du rojan tevî xûşk û qîzên apê min, em birin Beyciyê. Zarokên di çaxa min da jî hebûn. Em birin deverên cuda yên Mûsilê. Tecawizî me kirin. Heta em revîn tecawizî me kirin. Yên ku tecawiz kirin ji Iraqê bûn. Piraniya jin û keçan hemle man. Jin û keç naxwazin qala rewşa xwe bikin. Ditirsin ku civak bi çavekî ne baş li wan binihêre."
- Rêxistina Efûyê bal kişandibû ser êşkence û tecawizê
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî meha borî di rapora xwe da destnîşan kiribû ku piraniya jin û keçên êzdî yên di destê DÎŞIyê da rastî tecawiz û êşkenceyê hatine.
Di raporê da hat destnîşankirin ku di nav wan de zarokên 10-12 salî jî hene.