06 Sibat 2017•Rojanekirin: 06 Sibat 2017
ANKARA
Operasyona Mertalê Feratê ya ku bi destê Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ve li bakurê Sûriyeyê destpê kir, di roja 167emîn da dewam dike. Di operasyonê da 256 hedefên DEAŞa rêxistina terorî hatin bombekirin. Di operasyonên asmanî û pevçûnan da 13 endamên DEAŞê hatin kuştin.
Li gor agahiya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya sînor, piştgiriya hêzên hevpeymanê û DEAŞ di serî da berterefkirina tehdîda rêxistinên terorê di 24ê tebaxê de hatibû destpêkirin, dewam dike.
Di roja 167emîn a operasyonê de bi obûs, roketavêj û tankan ve 256 sitargeh, kozikên parastinê, baregeh û cebilxaneyên rêxistina terorê DEAŞê hatin îmhakirin.
Di operasyonên esmanî û pevçûnan da li herêma El Bab û Bzagahê 59 avahî 4 baregeh û 2 cihên kontrolê yên DEAŞa rêxistina terorê hatin îmhakirin.
Di operasyonên asmanî û pevçûnan da 13 endamên DEAŞê hatin kuştin. 8 mensûbên rêxistina terorê birîndar bûn. Ji destpêka operasyonê vir ve 3 hezar û 704 teqemeniyên bi destan hatine çêkirin û 57 mayin hatine îmhakirin.