06 Sibat 2017•Rojanekirin: 07 Sibat 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump, Îran wekî "dewleta terorîst a sereke" pênase kir û herwiha rexne li rêkeftina ku rêveberiya berê bi Îranê ra îmze kir, girt û got, "rêkeftina herî xirab e ku di jiyana xwe da ez bûm şahidê îmzekirinê wê."
Trump ji bêjerê Fox Newsê Bill O'Reilly ra xeberda.
Trump, rêkeftina ku rêveberiya Obama digel welatên P5+1ê bi Îranê ra îmze kirin wekî "rêkeftina herî xirab e ku di jiyana xwe da ez bûm şahidê îmzekirinê wê" tewsîf kir û îdia kir ku rêveberiya Obama bêyî ku sedemek hebe, rêkeftin îmze kir.
Trump bona pirsa gelo ewê ji rêkeftinê vekişin an na, got, "emê bibînin" û wiha xeberda:
"Ji welatê me ra rêza wan tune. Heger bigotana êdî em hemû bi hev ra ne, minê fêm bikira û ezê li ser rêkeftinê bimama, lêbelê berevajiyê wê qewimî. Ez dikarim bêjim ku welatê me di xema wan da nîne. Ew, dewleta terorîst a sereke ne. Ji her aliyî ra pere û çek dişînin."
Trump ji bo pirsa O'Reilly ya gelo rêza te ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ra heye an na, wiha got, "Belê rêza min ji Pûtîn ra heye."
Herwiha Trump axaftina xwe wiha domand:
"Ew, serokê welatê xwe ye. Ez dibêjim bi Rûsyayê ra derbasî çêtir e ji ne derbasiyê. Û heger Rûsya jî di têkoşîna dijî DEAŞê da alîkariya me bike, ev tiştekî baş e û derbasiya meyê jî çêbe, lê ez nizanim."