XEZE
Tugayên Îzetîn el-Qesam ên ku hêzên çekdar ên Hemasê ne, diyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de 3 rêberên Tugayên Qesamê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Tugayên Qesamê de hat gotin ku, "Tugayên Qesamê ji bo gelê Filistînê û umeta Îslamê xûna xwe dan."
Hat diyarkirin navê rêberên ku hatine kuştin Raîd el-Etar, Mihemed Ebu Şemale û Mihemed Berhum e.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên nêzîkî Hemasê hilda, rêberên Tugayên Qesamê li Tel es-Siltana herêma bajarê Refahê di encama êrîşekê de di malekê de hatin kuştin.
Çavkaniyan diyar kirin ku di êrîşê de 4 filistîniyên din jî hatin kuştin û 45 kes birîndar bûn. Li gor agahiyan bi 9 fuzeyan ve êrîşî malê kirin û xanî bi tevahî hilşiya.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Eşref el-Qûdrayê ku wezîfeya xwe ya li Xezeyê didomîne, diyar kir ku Îsraîlê li Tel es-Siltanê bi fuzeyan êrîşî malekê kir û di encama êrîşê de 2yê wan kal bi tevahî 7 kes mirin û ji 40î zêdetir kes jî birîndar bûn.
- 2 hezar û 254 kes mirin
Qûdra diyar kir ku heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de 2 hezar û 54 kes mirin, 10 hezar û 254 kes jî birîndar bûn.