DIYALA
Hat ragihandin di şerê ku li Bakûba, Enbar û Mûsila bajarên Iraqê di navbera milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û yekîneyên artêşê de qewimîn de 38 endamên DÎŞIyê û 3 leşker mirin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Qeymeqamê Hadîseya navçeya Enbarê Evdilhekîm el- Cûxeyrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku endamên DÎŞIyê ji bo çalakiyan amadehî dikirin û li ser vê jî artêşa Iraqê girt ser wan û ji ber vê jî şer derket.
Cûxeyfî destnîşan kir ku li Berwaneya bajaroka Hadîseyê yekîneyên artêşê û endamên DÎŞIyê pevçûn û di pevçûnan de 17 endamên DÎŞIyê mirin û gelek cebilxaneyên rêxistinê jî hatin bidestxistin.
Di operasyonên hewayî yên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bir ser bajaroka Zamaraya li rojavayê bakurê Mûsilê de jî 10 endamên DÎŞIyê mirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, di şerê ku li el-Mûkadiyêya bajaroka Bakûbaya bajarê Diyalayê di navbera endamên DÎŞIyê û yekîneyên artêşê de qewimî de tevî rayedarên herêmê bi tevahî 11 endamên DÎŞIyê û 2 leşker mirin. Di heman şerî de 3 leşker jî birîndar bûn.
Endamên DÎŞIyê ji dûr ve gule berdan ser leşkerên ku li ber Qereqola el-Azîma bajaroka Bakûbayê nobedariyê dikirin û di encamê de leşkerek mir.