TEL AVÎV
Hat diyarkirin ku 32 şîrketên rêhewayê yên navneteweyî yên ku ji bo Firokegeha Ben Guriona li Tel Avîva paytexta Îsraîlê sefer dikin, ji ber "rîska ewlekariyê" seferên xwe betal kirin.
Îsraîla ku bi salan e Xeze dorpêç kiriye, bê navber êrîşên xwe yên li dijî Xezeyê dewam dike û gelek şîrketên rêhewayê yên navneteweyî daxuyandin ku wan ji ber "rîska ewlekariyê" seferên xwe yên ji bo Tel Avîvê betal kirin û hin şîrket jî qedexeya li ser seferên ji bo Îsraîlê 24 saetên din jî dirêj kirin.
Di vê çarçoveyê de hat zanîn ku jê 3 şîrketên Amerîkayê bi tevahî 32 şîrketên rêhewayê yên navneteweyî seferên xwe betal kirin.
Hat destnîşankirin ku ji Firokegeha Ben Gurionê ya ku mezintirîn firokegeha Îsraîlê ye di salê de nêzîkî 11 milyon rêwî seyahat dikin.