BEXDA
Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê, li ser konvoyeke ku mehkûm dibirin, êrîşa xwekujiyê hat kirin. Di êrîşê de jê 52 mehkûm, 9 jî endamên ewlehiyê bi tevahî 61 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên ewlekariyê et-Taciya navçeya Bexdayê, li ser rêya konvoya ku ji Girtîgeha El-Hûtê derket ku mehkûman bibe teqemenî hat reşandin. Piştî ku teqemenî teqiya û 2 çalakvanên xwekuştinê bombeyên li ser xwe teqandin. Di bûyerê de jê 9 endamên ewlehiyê, bi tevahî 61 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyan û gelek polês jî sewqî cihê bûyerê bûn.