İbrahim Atmaca
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 03 Hezîran 2018
WHÎSTLER
Ji ber ku Serokê Amerîkayê Donald Trump seba pola û alemînyûma îdxal baca gumrukê zêde kir, welatên ku endamê G7ê ne jî bertek nîşanî Trump dan.
Grûba G7ê li dinyayê xwediyê aboriya herî mezin in û ji 7 welatan pêk tê. Grûba G7ê li Whistlera bajarê eyaleya British Columbiayê ya Kanadayê sê rojan Civîna Wezîrên Darayî kir.
Wezîrê Darayî yê Kanadayê Bill Morneau ku serokatiya civînê kir, daxuyanî da û diyar kir, ji bilî Amerîkayê şeş endamên grûbê û nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji kirinên Trump ên der heqê bazirganiya Amerîkayê da "bi fikar in û hêvîşkestî" bûn.
Wezîr Morneau di danezana hevpar a civînê da diyar kir ku şeş endamên grûbê û Yekîtiya Ewropayê li dijî tarîfeyên gumrikê yên nû yên Amerîkayê bûn yek.
Bill Morneau bangî Washingtonê kir ku sepandina terîfeyan paşve bikşîne û ji Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steven Mnuchin jî xwest ku berî Civîna Pêşengên G7ê ku wê di 8-9ê hezîranê da li Kanadayê were kirin, peyaman ji Serok Trump ra bêje.
Serokatiya heyamê ya G7ê ji 1ê rêbendana 2018an pê va seba salekê ji Îtalyayê derbasî Kanadayê bû. Civîna Pêşengên G7ê ya 44emîn wê di 8-9ê hezîranê da li Charlevoixa bajaroka eyaleta Quebecê ya Kanadayê were kirin. Cara şeşemîn e ku ev civîn wê li Kanadayê were kirin. Ji 1998an heta 2014an G8 bû, lê ji ber ku Rûsyayê di sala 2014an da Kirim îlhaq kir, ji grûbê hat derxistin. Grûb ji Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Îngiltere, Amerîka û nûnerê Yekîtiya Ewropayê pêk tê.