22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
OTTAWA
Kanadayê kontenjana penaberên Sûriyeyê derxe 50 hezarî. Berê daxuyandibû ku ew ê 25 hezaran hildin.
Wezîrê Welatîbûn û Koçberan yê Kanadayê John McCallum li Ammana paytexta Urdunê kampa penaberan ziyaret kir û li vê derê daxuyanî da. McCallum got ku ew ê heta dawiya 2016an 50 hezar penaberî qebûl bikin.
Wezaretê jî daxuyanî da û got ku heta niha qeyda 2 hezar û 251 penaberan hatiye çêkirin, ji van hezar û 409 kes gihîştin Kanadayê.