NEW YORK
Berf û bagera ku li bakurê rojhilatê DAYyê derket û li ser 7 eyaletên DYAyê tesîr dike welatiyan di tengasiyê da dihêle.
Ji ber berf û bagera li bakurê rojhilatê DYAyê li New York, New Jersey, Connectîcut, Rhode Island û Massachusettsê rewşa ecil hat îlankirin.
Li van eyaleta û gelek cihê din çûyîn û hatina rêhesên, rêbeja û behrê car caran tê birîn. Li gelek herêman hin sefer hatin betalkirin, li hin herêman jî ji saetekê şûn da sefer bi tevahî hatin betalkirin. Roja duşemê piştî nîvro dikan hatin girtin. Roja duşemê li Bostona bajarê eyaleta Phîladelphîayê dikan zû hatin girtin û gelek welatî dema ku vedigeriyan malên xwe di rê da man.
Li hin cihan leza bagerê xwe gihande di saetê da 100 kîlometreyî, hişyarî hat dayîn ku dibe ku li gelek cihan ceyran bê birîn.
Li gelek eyaletên ku berf û bager heye xwendingeh ji bo rojên duşem û sêşemê hatin tetîlkirin. Seferên teyareyan ên ku ji bo rojên duşem û sêşemê hatin betalkirin ji 7 hezar û 700î derbas bûn. Balefirgeha Loganê a ku li Bostonê ye û balefirgeha T.F. Greenê ya ku li Provîdenceyê ye ji ber berfê hatin girtin. Hat ragihandin ku seferên Rêhewaya Tirkiyeyê yên di navbera Stenbol û Newyorkê da ji bo 27ê rêbendanê ji herdu aliyan va jî hatin betalkirin
Li market û mixazeyan da di teregan da cil û berg û xwarin û xurek hema hema neman, welatiyên Amerikayê herî zêde lepik, gore, kaxizên tuvaletê, av û nan kirîn.
Rayedarên bajarên li bakurê rojhilatê welêt hişyariyê didin welatiyan ku bira ji malên xwe denekevin û li gor qedexeya rêwîtiyê tevbigerin.