Ekîba AAyê piştî şerê li Kobanê yê di navbera DÎŞI û hêzên kurdan de dîmena bajêr kişand.
Li Kobanê piştî şerê ku 4 meh in dewam dike, kontrol piranî ket destê hêzên kurdan. Tê gotin ku rêxistina terorê vekişiya başûrê Kobanê. Rêxistinê demeke dirêj bû ku herêm dorpêç kiribû û heta ketibû navenda navçeyê.
Ekîba AAyê li Sirûca li ser sînorê Sûriyeyê û li herêma şer dişopîne. Ekîb ket Kobanê û piştî şerê ku 4 mehan dewam kir, dîmenên Kobanê kişandin. Li Kobanê avahî xerab bûne, tax bûne wek xerabeyan, binesazî têk çûye û wesaît bûne xurde. Li navenda bajêr avahiyên ku xerab nebûne kêm in. Di dîmenan de tê dîtin ku sûk, nexweşxane û avahiyên qamûyê hilşiyan e.
Hêzên kurdan ji bo ku xwe ji nîşandaran biparêzin, bi avahiyên hilweşiyayî ve merş û çarşev daliqandine. Li bajêr gelê sivîl tuneye. Wisa dixûyê ku gelek avahî ji ber bombeyên esmanî, êrîşên xwekujiyê û bi topên hawanê xerab bûne.
Li herêmê dem bi dem dengê guleyên pevçûnan tên, balafirên şer ên koalîsyonê jî li ser bajêr diçin û tên.
Heyeta HDPê li Kobanê geriya
Piştî xeberên ku gotin DÎŞI ji Kobanê hatiye qewirandin, heyeta HDPê çû navçeyê û lêkolîn kir.
Heyeta HDPê kesên wek Parlementera Şirnexê ya HDPê Selma Irmak, Parlementerên Rihayê yên HDPê Îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî pêk hat û li Kobanê bi rayedarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslîm re hevdîtin kir.
Muslîm wê demê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ji bo avakirina bajêr ew ê hewl û têkoşînê bidin.
Muslîm daxuyand, piştî vî şerî Kobanê li dijî şer bû sembola dinyayê û wiha dewam kir:
"Em ê Kobanê cardin ava bikin, em ê cardin bax û baxçe û malên xwe ava çê bikin. Zarokên me wê di parkan de bilîzin, dayîk wê çîrokan ji zarokên xwe re bibêjin, di ezmanên azad de helbestên me wê bên xwendin. Em ê serbilind bijîn, gelê kurd heta roja îro alîkariyên xwe şandin, wê îro şûnde jî alîkariyê bide me. Me heta roja îro şer kir, piştî vî qasî jî em ê ji bo avakirina bajarekî nû bixebitin. Ev der şerefa me ye."
Parlementera Şirnexê ya HDPê Irmakê jî got ku dinya heyrana vê şoreşê ye, ew vê şoreşê pîroz dikin û rêzê ji şervanên YPGê re digrin.
Irmakê daxuyand ku şerê Kobanê wê mohra xwe li dîrokê bide û kes vî şerî ji bîr nake. Irmakê wiha dewam kir:
"Bila hemû dinya bizanibe ku navê şervan û şehîdan wê di dîrokê de bi herfên zêrîn werin nivîsandin. Ciwan, jin û mêran di vî şerî de li ber xwe dan û qedera Kurdistanê guherandin. Êdî dîrok wê bibe du perçeyan, beriya Kobanê û piştî Kobanê. Vê berxwedanê dîrok kire du beşan. Dijminên kurdan digotin ku 'em kengê bixwazin em ê kurdan perçe bikin, tune bikin' lê bi vê serkeftinê ve hemû dinyayê ji vê şoreşa kurdan re rêz girt."