ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku li Sirûca navçeya Şanliurfayê ji bo kurdên ji Sûriyeyê kampeke nû hat çêkirin û 7 hezar penaber tê da hatin bicîkirin.
Kurdên Sûriyeyê yên ku piştî êrîşên DÎŞIyê ji Kobanêya Helebê revîn û hatin Tirkiyeyê di kampan da tên bicîkirin. Kurdên Sûriyeyê yên ku hatin Tirkiyeyê yan xwe sipartin cem malbat û nasên xwe yan jî di kampên AFADê û şaredariyê da bi cî bûn. Ji ber şert û mercên zivistanê niha jî penaber di kampên nû da tên bicîkirin.
Penaberên ku bi destê AFADê di sitargehan da hatibûn bîcîkirin, niha derbasî konbajarên teze didin.
Penaberan bi wesaîtan tînin kampan û piştî kar û barên qeydkirinê di kampên modern da tên bicîkirin.
Midûrê Kampa 11yê Nîsanê ya AFADê Huseyîn Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji destpêkê heta niha ji bo penaberan em hewl didin.
Yildirim got ku hefteya borî me dest pê kir û em penaberan derbasî kampên teze dikin.
Yildirim destnîşan kir ku 7 hezar penaber derbasî kampên nû bûn û wiha got: "Kar û barên derbasbûna penaberan dewam dike. Kampeke luks a ji bo 35 hezar kesan hat avakirin. Penaberên ku ji Kobanêyê tên derbasî wir dibin."
Penaberên ku derbasî kampên teze bûn destnîşan kirin ku kampên nû baş in û sipasiya Tirkiyeyê kirin.