LONDRA
Wezîrê berê yê Îrlandaya Bakûr Mîchael Ancram der barê pêvajoya çareseriyê de got: "Divê bi hemû aliyên ku dê bibin perçeyeke pêvajoya çareseriyê re hevdîtin bên kirin. Tu kesî li derveyî pêvajoyê nehêlin. Di vê pêvajoyê de divê berî ku dest bi mizakereyan bikin, bi hemû aliyan re biaxivin û nehêlin ku tu tişt şaş bê fêmkirin."
Li Yekîtiya Qralyetê pêvajoya aştiyê ya hikûmeta John Major dabû destpêkirin. Wezîrê berê yê Îrlandaya Bakûr Mîchael Ancram jî wê demê di nav hikûmetê de bû û di pêvajoya aştiyê de xwedî roleke girîng bû.
Di sala 1993yan de dema ku hikûmeta îngilîz bi şaxa siyasî ya bi Artêşa Komarparêz ya Îrlandayê (IRA) re ji bo hevdîtinên aştiyê rûnişt, Mîchael Ancram jî xwedî roleke girîng bû û yek ji navê kilît ê pêvajoyê bû.
Ancram pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin: "Wezîfeya min ew bû ku ez hemû aliyan bînim bal hev û ji bo ku li hev bikin, hewl bidim. Lê belê aliyan encax di serdema hikûmeta Partiya Karkeran de li hev kir."
Ancram got ku divê pêvajoyê de bi gelek aliyan re hevdîtin bên kirin, heta ji van aliyan yek jî Sînn Feîna milê IRAnê bû û li ser pirsa "Gelo kîjan aliyê pêvajoya çareseriyê ya Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê ya Îrlandaya Bakur dişibin hev?" wiha axivî:
"Pirsgirêk ji hev du cuda ne. Şabloneke çareseriyê ya pirsgirêkên wiha tuneye. Lê helbet hin teknîkên wê hene. Di pêvajoya aştiyê de me di serî de dest bi mizakereyan nekir. Me di serî de dest bi diyalogan kir. Me guh da însanan ka ew çi dibêjin. Piştî ku me pirsgirêk çareser kir, me dest bi mizakereyan kir."
Ancram li ser pirsa "Gelo pêşniyazên we ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê tê birêvebirin hene an na?" wiha axivî: "Divê bi hemû aliyan re bê axaftin. Hemû aliyan bikin perçeyeke pêvajoyê. Tu kesî li derveyî pêvajoyê nehêlin. Di destpêka pêvajoyê de ya herî girîng ew e ku, berpirsiyar bi hemû aliyan re biaxivin û li ber şaşfêmkirinê bigrin. Ez vê rêya han ji bo çareserkirina pirsgirêka Îsraîl û Filistînê jî pêşniyaz dikim."
-Pêkan nîne mirov di destpêkê de bigihîje merhaleya çekdanînê
Ancram got ku dema di destê aliyan de çek hebin pêkan nîne ku birêk û pêk "mizakere" bên birêvebirin û wiha pê de çû: "Parlementerê Îrlandaya Bakur John Hûme gotibû 'divê di bin maseyê de di pişta deriyan de çek tunebin.' Lê pêkan nîne ku mirov di merhaleya ewil a pêvajoyê de bigihîje asta çekdanînê."
Mîchael Ancram got wan wek aliyê sêyemîn Senatorê amerîkayî George Mîtchell û Serokwezîrê berê yê Fînlandiyayê Harrî Holkerî jî tevlî pêvajoyê kir û di serî de partiyên siyasî yên alîgirê yekîtiyê bertek nîşanî vê yekê dan. Lê çiqas pêvajo ber bi başiyê ve çû aliyên ku bertek nîşan dan nerm bûn û wan hêdî hêdî piştevaniya me kir. Ancram bal kişand ser rola çapemenî û saziyên civakî yên sivîl jî.
-"Carinan çapemeniyê bandoreke neyînî ser pêvajoyê dikir"
Ancram wiha axivî: "Di pêvajoyê de barekî giran dikeve ser milê saziyên civakî yên sivîl, divê aliyan bînin bal hev. Carinan çapemeniyê bandoreke neyînî ser pêvajoyê kir. Hin belgeyên ku ketin destên wan, weşandin. Ji ber vê yekê jî pêvajo paşve çû."
Mîchael Ancram got ku piştî pêvajoya şer û aloziyê ya ku 30 salan dewam kir û di encamê de zêdetirî 3 hezar mirov mirin, aştî pêk hat.