Fransa, Arnavûtlûk, Karadag, Sirbistan, Bosna Hersek, Makedonya û Pakistanê, êrîşa terorî ya ku PKKya rêxistina terorê li herêma Daglicaya ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê li dar xist, şermezar kirin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê, der barê êrîşa terorî ya li herêma Daglicaya ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat lidarxistin de, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de diyar kir ku Fransa êrîşa terorî ya ku PKKa rêxistina terorê li dar xist, şermezar dike. Di daxuyaniyê de sersaxî dan malbatên cangoriyan û hat ragihandin ku Fransa piştgiriyê dideTirkiyê.
Makedonya
Wezîrê Dewletê yê Makedonyayê Fûrkan Çako got ku ew bi tundî êrîşa terorî ya li Daglicayê şermezar dike. Çako di daxuyaniya ku belav kir de destnîşan kir ku, Tirkên li Makedonyayê bûyerên terorî yên ku li Tirkiyeya wek niştiman dibînin diqewimin bi xemgînî teqîp dikin û wiha xeberda: "Em dixwazin ragihînin ku, em êrîşa menfûr a li herêma Daglicaya ser Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat lidarxistin şermezar dikin."
Arnavûtlûk
Alîkarê Serokê Meclisa Arnavûtlûkê Shpetîm Îdrîzî got ku ew êrîşa terorî ya li Daglicayê kirin şermezar dikin û sersaxî dan malbat û miletê Tirk. Îdrîzî di peyama sersaxiyê ya ku weşand de got ku ew hemû êrîşên terorî ên dijî Tirkiyê şermezar dikin û wiha dewam kir: "Em dixwazin bi vê wesîleyê cardin diyar bikin ku gelê Arnavût her tim piştgirê gelê Tirkiyê ye."
Karadag
Alîkarê Serokê Meclisê yê Karadagê Sûlyo Mustafîç got, xwestin ku bi rêya êrîşa terorî ya li Daglicayê hêza Tirkiyê bişikînin û wiha dewam kir: "Em bawer in ku dê Tirkiye her gav li hemberî êrîşên terorî yên bi vî şiklî, bi hêz be." Mustafîç êrîşa terorî ya li Daglicayê şermezar kir û wiha pê de çû: "Bila serê malbatên cangorî û gelê Tirkiyê sax be."
Sirbistan
Miftiyê Sirbistanê Muhammed Yûsûfspahîç jî êrîşa terorî ya li Daglicayê şermezar kir. Yûsûfspahîç destnîşan kir ku Tirkiye di qadeke aştiyane de her diçe geş dibe û wiha got: "Niha hin kes dixwazin rê li ber vê pêşveçûn û geşbûna Tirkiyê bigrin. Em ji bo wan kesên ku ji rêya rast derketina dia dikin da ku ji nû ve vegerin rêya rast."
Bosna Hersek
Serokê Komeleya Pirên Dostaniyê yê li Bosna Hersekê Yasmîn Îmamovîç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew bi êrîşa terorî ya li Daglicayê xemgîn bûn û sersaxî da malbatên eskerên ku cangorî bûn. Îmamovîç got ku ew piştgiriyê didin Tirkiyê û wiha dewam kir: "PKKa rêxistina terorê hewl dide ku dostaniya navbera gelê kurd û tirk de çêdibe xirab bike. Em êrîşa li daglicayê hat kirin şermezar dikin. Em bawerin dê Tirkiye û gelê Tirkiyê li hemberî êrîşên terorî bi ser bikeve."
Pakistan
Balyozxaneya Pakistanê ya li Enqerê daxuyand ku Pakistan, êrîşa terorî ya li Daglicayê şermezar dike û wiha dewam kir: "Pakistan cardin diyar dike ku ew hemû cureyên terorê û êrîşên wê şermezar dike. Em hestên malbatên cangoriyan parve dikin û bi diayên xwe li bal wan in." Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Pakistan li hemberî êrîşên terorî piştgiriyê dide Tirkiyê û bi Tirkiyê bawer e, dê Tirkiye di têkoşîna dijî terorê de bi ser bikeve.
-Partiya Tirk peyama sersaxiyê ji Serokomar Erdogan re şand
Ji aliyê din ve Tevgera Yekîtiya Milî ya Tirk (TMBH) ku yek ji partiyên siyasî yên tirk ên li Makedonyayê ye, ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re peyama sersaxiyê şand. Di peyamê de diyar kir ku ew ji ber êrîşa terorî ya li Daglicayê xemgînin û êrîşên terorî lanet dikin.