Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ragihand ku dê perê ku ji nefta tê firotin qezenc dikin, di ser Halkbankê re bişînin welêt.
Barzanî, li Hewlêrê beşdarî konferansekê bû û piştî konferansê daxuyanî da rojnamegeran. Barzanî wiha daxuyand, "Berê perê ku ji firotina neftê dihat qezenckirin, raste rast dihat herêma Kurdistanê. Lê belê ji vir û pê ve dê perê neftê ewil razînin Halkbankê û dê ji wir jî bigihîje me."
Barzanî der barê qeyrana serokariyê ya li herêma Kurdistanê de jî axivî got ku hevdîtinên partiyên siyasî yên ser mijarê dewam dikin.
Barzanî got ku ew wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwazin ku pirsgirêk bi rêya diyalog û mizakereyan bên çareserkirin.
Serokwezîr Barzanî bibîr xist ku dê di 13ê îlonê de, bi beşdarbûna 5 partiyên siyasî yên ku di parlementoyê de kursiyên wan hene, civînek bê lidarxistin, ew hêvîdar in ku di vê civînê de bigihîjin encamekê û wiha dewam kir: "Ji ber geşedanên li herêmê, şerê dijî DAEŞa rêxistina terorê tê kirin û qeyrana aboriyê divê hemû alî, demek berî demekê biryareke bidin û li hev bikin."