24 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2016
MUSUL
Hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Mûsilê da 9 gundên din jî rizgar kirin.
Li gor daxuyaniya ku ji fermandariya operasyonên hevpar ya artêşê hat dayîn, li navçeya Kayyarayê gundên Harrara, Er-Rasîf, Asfiye, Tuveba, Ebu Feşge el-Ulya, es-Sufla, Ahvene, Ayn, Eş-Şek el-Ulya, es-Sufla û Es-Sefiyyeyê paşve hatin standin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di operasyonan da 299 milîtanên DEAŞê hatin kuştin, 20 wesaîtên bombebarkirî û 45 bombe hatin xerabkirin û nema tên bikaranîn. Der heqê zaiyata hêzên Iraqê da agahî nehat dayîn.
Fermandariya Operasyonan ya Wezareta Pêşmergeyan beriya vê daxuyanî da û got ku li bakurrojhilata Mûsilê 8 gund paşve hatin stendin û dora bajaroka Başîqayê hat girtin.